HPG: Li Zapê 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Li Zapê gerîlayan Azadiyê 2 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin, gelek çeper jî derpkirin û îmhakirin.
Arteşa dagirker jî bi sûcên şer hewl dide li hemberî berxwedana gerîla encam bigire.
HPG got, qadên wan 28 caran bi çekên qedexekirî hatin bombekirin

Li herêmên parastina yên Medyayê şerê li dijî dagirkeriya Tirkiyê dewam dike.

Li ser çalakiyên gerîla û êrişên arteşa Tirkiyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.

HPG ragihand ku li herêma Zapê di navbera 8-10’ê Mijdarê de hêzên wan li dagirkeran xistin û got:

Di çalakiyan de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 çeper û 2 kon jî hatin îmhakirin

Her wiha 9 çeper jî hatin derpkirin.

 

HPG: Herêma Zap û Metîna 28 carna bi çekên qedexe hate bombekirin

Têkildarî êriş û sûcên şer ên arteşa dagirker HPG’ê ev agahî parve kir:

Herêma Rojavayê Zap û Metîna 28 caran çekên qedexekirî, 5 caran jî bi dronên bombebarkirî hate bombekirin.

Herêma Garê jî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Back to top button