Fener Giêt: Piştî êrişan, Fîlandayê têkiliyên xwe yên leşkerî bi Tirkiyê re qut kiriye

Cîgirê hevserokê Boruya Têkiliyên Karê Derve yê Rêveberiya Xweser Fener El-Giêt diyar kir ku Wezareta Karê Derve ya Fînlandayê, avakirina dadgeheke taybet ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê erê kir û ew ê di aliyê qanûnî de destekê bidin wan.

Cîgirê hevserokê Boruya Têkiliyên Karê Derve yê Rêveberiya Xweser Fener Giêt têkildarî hevdîtina wan bi wezîrê karê derve yê Fîlandayê Pekka Haavisto ji ANHA’yê re axivî.

Fener Giêt îşareta bi helwesta hikumeta Fîlandayê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê kir û destnîşan kir ku piştî êrîşan, Fîlandayê têlkilyiyên xwe yên leşkerî bi Tirkiyê re qut kiriye.

Fener Giêt: Fîlandiyê avakirina dadgehek teybet ji bo darizandina DAIŞ`ê erê dike

Giêt balkişand li ser girîngiya çareseriya dosya girtiyên DAIŞ’ê û da zanîn ku Wezîrê Karê Derve yê Fîlandayê avakirina dadgeheke taybet ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê erê kir.

Fener ragihand ku ji bo avakirina dadgehekek navdeweletî wan ji hikumeta Fîlandayê alîkarî di aliyên qanûnî de xwestiye.

Fener Giêt diyar kir ku wê dadgekirina çeteyên DAIŞ’ê li pêşberî raya giştî pêk were.

Fener Giêt: Fîlandayê soza pêşkêşkirina alîkariyan ji bo koçberan da

Cîgirê hevserokê Boruya Têkiliyên Derve Fener Giêt da xuya kirin ku ji bo vegera koçber û penaberên sûrî alîkarî xwestin fîlandayê jî soza pêşkêkirina alîkariyan da .

Fener Giêt: Hevdîtina me bi Fîlandayê di qada dîplomatîk de gaveke baş bû

Fener Giêt serdan rêvberiya xweser ji Fîlandayê re di qada dîplomatîk de weke gaveke erênî bi nav kir û diyar kir ku hikumeta Fîlandayê wê hevdîtinên xwe bi wan re dewam bike.

Back to top button