Tirkiye nuqteyek nû li Idlibê ava kir û rejîmê ew bombebaran kir

Piştî dorpêçkirina Seraqibê ji hemû aliyan ve, hêzên dewleta Tirk nuqteyeke nû li balafirgeha Teftenaz a leşkerî ava kir.

Her wiha Îsraîlê jî jimarek deverên Îranî yên li Şama paytext kir armanc û 12 çekdarên bi ser Îranê ve hatin kuştin.

Çadêriya Sûrî ragihand ku berî çend saetan, karwaneke leşkerî ya dewleta Tirk derbasî Sûriyê bû.

Karwan ji 50 panzer, tank û gelek alavên lojistîk pêk tê û li gorî Çavdêriyê nuqteya xwe li balafirgeha Teftenaz a leşkerî li rojhilatê Idlibê ava kir.

Li gorî agahiyên dawî jî, ev nuqte ji aliyê rejîma Sûrî ve hat bombebarankirin.

Berî vê karwanê bi çend saetan jî, Çavdêriyê da zanîn ku hêzên Tirkî bi 10 kamyonan ji dergeha Bab el-Hewa derbasî Sûriyê bûn û berê xwe dan herêma qaşo “bêçek”.

Îsraîlê hin dever li Şamê kirin armanc, 12 çekdarên Îranê hatin kuştin

Çavdêriyê her wiha ragihand ku serê vê sibê Îsraîlê hin deverên komên çekdar ên Îranê li Şam û Derayê kirin armanc, di encamê de, 12 çekdarên bi ser Îranê ve hatin kuştin.

Ev deverên armanckirî, lîwa 91 ya koma yekem li derdora Kiswê û lîwa 75 ya li gundê el-Miqêlibiyê û hin deverên din li derdora Şamê bûn.

Li gel van êrîşan, agir bi navendên lêkolînên zanistî yên rêjîm û çekdarên bi ser Îranê ve li herêma Cemraya jî ket.

Çavdêriya Sûrî teqez kir ku parastina asmanî ya Sûrî karîbû hinek moşekan bêbandor bike, lê yên din gihiştin armanca xwe.

Ji aliyê xwe ve, Ajansa Sana ya rêjîma Sûrî jî heman tişt anî ziman û got ku Kiswê, Merc Sultan, Cisir Bexdad û Başûrî Izrei yê Der’ayê hatin armanckirin.

Back to top button