Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê kartên taybet ji bo mazotê derxistin  

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê, ji bo belavkirina mazota sobeyan, kartên taybet derxistin.

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê, duh di civînek xwe ya bi komîteya sotemeniyê re biryara derxistina kartên taybet ji bo belavkirina mazota sobeyan da.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê Sadiq Mihemed El-Xelef diyar kir ku bi rêya kartê wê mazot bi hêsanî û bi lez were belavkirin.

Sadiq Mihemed El-Xelef diyar kir ku wê kart di destpêka Adarê de bi rêya komîn û meclisan were belavkirin û di dawiya Hezîranê de bi dawî bibe.

Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ji bo rêgirtina li pêşiya qaçaxtiya mazotê, sîstemeke çavdêriyê li ser stasyonên belavkirinê danîn, ev sîstema nû wê 20’ê sibatê were pêk anîn.

Back to top button