Avakirina hikumeta nû ya Iraqê Berhem Salih serdana Hewlêrê kir

Ji bo avakirina hikumeta nû Serokomarê Iraqê Berhem Salih serdana Hewlêrê kir.

Berhem Salih li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat pêşwazîkirin û bi Serokê berê yê herêma Başûrê Kurdistan Mesûd Barzanî re civiya.

Civîna Berhem Salih û Mesûd Barzanî heta amadekirina vê nûçeyê berdewam dikir.

Berhem Salih wê bi rayedarên din ên Herêma Başûrê Kurdistanê re jî hevdîtinan pêk bîne.

Li gorî çavdêran Rewşa dawî ya Iraqê, pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê û helwesta Kurdan derbarê van mijaran de, mijarên sereke yên serlêdana Berhem Salih in.

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nîçirvan Barzanî derbarê rekdarkirina Endezyar Mihemed Tofîq Elawî ji bo avakirina Hikumeta nû, diyar kir ku ew dikarin ji bo vê mijarê nêrîna xwe bidin.

Back to top button