Rêveberiya Xweser 2 jin û 3 zarokên DAIŞ’ê radestî Norwêcê kirin

Rêveberiya Xweser 2 jin û 3 zarokên malbatên DAIŞ’ê radestî şandeya Norwêcê kirin.

Li gorî Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, şandeyek ji Norwêcê bi serokatiya berpirsê kar û barên balyozxaneya Norwêcê ya li Bexdayê Eric Husam serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Şande ji aliyê cîgirê hevserokatî, endamên Desteyê û nûnera YPJ’ê ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de rewşa siyasî, mirovî, ewlehî û aborî ya li herêmê hat nirxandin û hate gotin, divê aloziya Sûriyê li gorî birayra NY ya 2254’an were çareserkirin.

Robel Beho got: Rêveberiya Xweser diyalogên nîştimanî yên sûrî wekî bingeha pêkanîna aramiyê li Sûriyê û çareseriya siyasî ya adilane dipejirîne.

Her wiha çareserkirina aloziyê û parastina yekitiya Sûriyê bi bidawîkirina dagirkeriya Tirk dibîne.

Eric Husam spasiya Rêveberiya Xweser kir û got: Norwêc ji nêzîk ve rewşa siyasî û mirovî ya zehmet li herêmê dişopîne.

“Her wiha diyar kir ku welatê wî dê piştevaniya mirovî ya bi Sûriye, bi taybetî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bidomîne.

Dawiya hevdîtinê, Rêveberiya Xweser 2 jin û 3 zarokên malbatên DAIŞ’î li gor belgeya fermî radestî dewleta Norwêcê kirin.

Back to top button