Şaneya Ragihandina Artêşa Iraqê: Waliyê DAIŞ’ê yê Bexdayê bi operasyonekê hat girtin

Şaneya Ragihandina Artêşa Iraqê diyar kir hêzên ewlehiya nîştimanî waliyê DAIŞ’ê yê Bexdayê girt.

Şaneya Ragihandinê Artêşê piştî saetên nîvro bi daxuyaniyê ragihand ku hêzên ewlehiya nîştimanî waliyê li Bexdayê girt.

Şaneyê destnîşan kir ku waliyê DAIŞ’ê yê Bexdayê piştî ku li 3 parêzgehên Îraqê hatiye çavdêrîkirin, hatiye girtin.

Hate diyarkirin ku ev walî, posta emîrê (Şam, Reqa, Badiye, Selahedîn û Bexda) bi rê ve biriye.

Her wiha di daxuyaniyê de hate xuyakirin ku waliyê DAIŞ’ê di nava amadekariyan de bû ku di cejinê de, karekî terorî pêk bîne.

Back to top button