Li Mexmûrê şehîdên berxwedana 14 ê Tîrmehê hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê a şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bi bîranîn. Li bajarê Kerkûkê jî bi merasîmekê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn. di merasîmê de dirûşma ‘Bi ruhê 14’ê Tîrmehê tecrîdê bişkînin hat berzkirin.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê şehîdên 14 ê Tîrmehê Mehmet Xeyrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz, Kemal Pîr û Alî Çîçek, hatin bi bîr anîn.

Bi kombûna gel ya li Saziya Malbatên Şehîdan di kesayeta şehîdên 14’ê Tîrmehê de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqîqeyekê rêzgirtinê hat girtin.

Sînevîzyonek li ser jiyan, kesayet û tekoşîna her 4 pêşengan hat nîşandan.

Li Kerkûkê şehîdên berxwedana 14 ê Tîrmehê hatin bîranîn

Duh li bajarê Kerkûkê jî li navenda Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (RJAK) bi dirûşemeya ‘Bi ruhê 14’ê Tîrmehê tecrîdê bişkînin û cenga azadiyê serbixe’ merasîmek hat dayîn.

Gelek jin, ciwan, û beşên civakî tevlî merasîmê bûn.

Piştî semînerê li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê sînovîsyonek hat nişandan.

Merasîm bi dirûşmûn şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana 14 ê Tîrmehê û ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.

Li Şamê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Back to top button