Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî‘ 60 roje dewam dikin..
Tevî zext û tundiya hêzên dewleta Îranê, gel li qadan e û dest ji daxwazên azadiyê bernadin.
Her wiha ji bo salvegera 3’yemîn ya xwepêşandanên bi xwîn ya sala 2019’an welatiyan îro gireva giştî ragihandin.
Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya bi pêşengiya jin û xwendekaran 60 roje didome.
Tevî hemû eriş û zextên dewleta Îranê jî gel bi rêbazên cuda çalakiyên xwe didomînin û di daxwazên xwe yê azadiyê de bi îsrarin.
Dewleta Îranê kuştin û girtina welatiyan didomîne
Hêzên dewleta Îranê jî hewil dide bi girtin û kuştina welatiyan serhildanê bitepisîne.
Tevî vê yekê, Îro careke din welatiyan guh nedan gefên dewletê û çalakiyên xwe domandin.
Her wiha ji bo 3’yemîn salvegera xwepêşandanên bi xwîn ya sala 2019’an welatiyan îro gireva giştî destpêkirin.
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê gireva giştî dest pêkir
Li bajarê Sine, Mihabat, Ciwanro û gelek deverên din ên Rojhilatê Kurdistanê gel deriyê dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar.
Li ser asta Îranê jî li Tehran, Reşt, Esfehan û gelek bajarên din çalakiyên pirotestoyî hebûn.
Welatiyên li bajarê Tebrîzê neçûn ser kar.
Li aliyê din karkerên li bajarê Esfehanê kar pirotesto kirin û tevlî çalakiyan bûn.
Li bajarê Seqizê jî gelek mamoste, diktor û hunermedan piştgîriya xwe ji çalakiyên welatiyan re ragihandin.
Her wiha li gelek deveran gel daketin qadan û dirûşmeyên li dijî dewleta Îranê berzkirin.