Di ser şerê Zap, Avaşîn û Metînayê re 7 meh derbas bûn.
HPG’ê bi daxuyaniya encama vê pêvajoyê bi raya giştî re parve kir.
Li gorî vê;
Di pêvajoya derbasbûyî de gerîlla 2553 çalakî li dijî hêzên artêşa Tirk pêk anîn.
Di şer û berxwedanê de 174 gerîlla şehîd bûne.
Şeva 14’ê Nîsanê artêşa Tirk tevî bi dehan balafirên şer, herêmên Zap,Avaşîn û Metînayê bombardiman kir..
Piştî êrişên dijwar a 3 rojan, 17’ê Nîsanê tevgera dagirkeriya li dijî van herêman destpê kir.
Navenda Raginand û Çapemeniyê ya HPG’ê encama şer û berxwedana 7 mehên derbasbûyî, bi raya giştî re parve kir.
Navendê diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca dagirkirina Zap, Avaşîn û Metînayê beriya 7 mehan dest bi êrişeke mezin kir û got;
Di qonaxa 7 mehên derbasbûyî de, xeta berxwedanê û rêbaza şerê fedaî careke din diyar bû. Vê yekê nîşan da ku gerîllayên Kurdistanê têk naçin.
Hêzên me bi hostatiyeke mezin bersiv dan êrişên dagirkeran û serkeftin bidest xistin.
HPG: Çekên qedexe bi hezaran carî hatin bikaranîn
Artêşa Tirk a li hemberî vîna gerîlla bêçare maye, ji balafirên şer û helîkopteran bigrin, her cûre bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bikar anîn.
Tevî van êrişên hovane û dijar jî gerîlla di nava şert û mercên herî zehmet de bi li ber xwe didin.
HPG encama şerê 7 mehan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî encama şerên 7 mehan ev agahî dan:
2837 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bikaranîn.
Gerîla bi giştî 2553 çalakî pêk anîn.
2544 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Di şerê 7 mehan de 174 gerîlla bi lehengî şehîd bûn.
Di çalakiyan de 11 helîkopterên êrişê hatin xistin.
Bi dehan çek û hejmareke mezin ji alavên leşkerî ketin destê gerîlla.