HPG: 3 Leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

HPG’ê wekî din têkildarî rewşa dawî li herêmên şer agahî parve kirin.
Li gorî vê,
Di çalakiyên gerîlla de 3 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG encama çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê;

Li herêma Zapê 14’ê Mijdarê li dijî dagirkerên li dora qada Şehîd Adil çalakiya sekvaniyê pêk hat.

Di encamê de leşkerek hat kuştin.

Heman rojê li qada Çemço jî dagirkerên xwestin nêzî çeperên devera Şehîd Serxwebûn bibin bûn armanca lêdana gerîlla.

Li vir jî 2 leşker hatin kuştin.

Têkildarî êrişên artêşa Tirk jî, HPG’ê ragihand ku roja 14’ê Mijdarê qadên gerîlla

6 caran bi çekên qedexekirî,

4 caran bi balafirên şer û 26 caran bi helîkopteran hatin bombardimankirin.

Back to top button