Amerîka: Divê Îran ji ber sûcên morivî bê cezakirin

Rêveberiya Amerîka ya beriya niha ragihand ku ew rewşa li Îranê ji nêz ve dişopînin, niha jî daxwaza ferzkirina cezan dike.
Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan got;
Divê binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê bê ceza nemînin.

Jake Sullivan di axaftina xwe ya doh kirî de îşaret bi êrişên hêzên Îranê li ser xwepêşandêran kir û got:

Binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê rayedarên Îranê ve nabe bêceza bimîne.

Bi sedan xwepêşanderên ku ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin, heq kirine ku edalet pêk were.

Sullivan fikarên xwe yên têkildarî zexta li ser xwepêşandêran anî ziman.

Her wiha da zanîn ku cîhan bala xwe daye Îranê û got,

“Bila binpêkirinên mafên mirovan ên ji aliyê hikûmeta Îranê ve bê encam nemînin.

Bi sedan xwepêşandêrên ku ji aliyê rayedarên Îranê ve hatin kuştin, heq dikin ku edalet pêk were.”

Sullivan destnîşan kir ku divê li hemberî girtiyên siyasî yên wekî Huseyîn Ronahî dawî li êşkence û danûstandinên xerab bê anîn.

Her wiha dîyar kir ku ew pêşwaziyê li cezayên nû yên Yekîtiya Ewropa û Brîtanyayê li dijî 29 welatiyên Îranî û 3 rêxistinên ku di zextên tund a xwepêşandêran de hene, dikin.

Back to top button