Serketina Ukrayniya li Xersonê

Li Ukrayna, serketina Xersonê artêşa Rûsya bêhêvî kiriye.
Xerson ji bo Rûsya weke binketina herî mezin ya di dema şer de tê dîtin.
Wezareta Parastinê ya Amerîka Pentagonê got:
Rûsya tevî Xerson neçar ma parçeyeke mezin ya xaka Ukrayna ji dest bide.
Vekişîna Rûsya ji Xersonê ji bo Ukrayna serketineke stratejîk e.
Di vê navberê de Serokomarê Ukrayna Zelensky “formula aştiyê ya Ukraynayê” pêşkêşî lîderên G20 kir.

Li rojhilatê Ukrayna piştî şerê ev 9 mehe dewam dike, ala welat li ba dibe.

Ukraynî ji serketina li Xersonê hêvî girtine.

Serdana Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky ya ji bo Xersonê û peyamên wî li nava welat hêvî geştir kirine.

Pentagon: Serketina li Xersonê stratejîk e

Berpirsekî pilebilind ê Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagon) vekişîna Rûsyayê ji bajarê Xersonê yê Ukraynayê bi serketineke stratejîk bi nav kir.

Pentagonê îşaret bi wê yekê jî kir ku artêşa Rûsyayê heta niha niyeta vekişîna ji navçeyên din ên Ukraynayê nîne û got;

Wê şerên dijwar rû bidin.

Berpirsê payabilind yê Pentagonê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin bi domdarî ev tişt anî ziman:

Rûsya neçar maye erdekî mezin bi taybetî bajarê Xersonê ji Ûkraynayê re bihêle.

Rayedar diyar kir ku artêşa Ukraynayê paqijkirina barîkat û mayinên ku Rûsyayê li Xersonê hiştine didomîne û wiha got:

“Li gorî tespîtên despêkê gelek binesaziyên sivîl ku av jî di nav de ye zirareke mezin dîtiye.

Ji ber ku Rûsyayê niyeta vekişîna axên mayî yên Ukraynayê ku wan dagir kirine, hîn jî karekî dijwar li pêşiya me ye.

Lê rizgarkirina Xersonê destketiyek girîng e û destkeftiyek ku biryardarî û berxwedana gelê Ukraynayê nîşan dide. ”

Pentagonê vekişîna Rûsyayê ji Xersonê wek “serketineke stratejîk” û pêşketineke girîng a operasyonê bi nav kir.

Zelensky formula aştiyê ya Ukrayna pêşkêşî lîderên G20’ê kir

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky beşdarî Lûtkeya Lîderan a 17’emîn a G20’ê ya îsal bi serokatiya Endonezya li Nûsa Duayê hat lidarxistin bû.

Volodymyr Zelensky yê bi rêya video konferansê beşdar bûyî de wiha got:

“Ger Rûsya dibêje ku ew dixwaze vî şerî bi dawî bike, divê bi çalakiyan vê yekê îspat bike.

Ji Ukraynayê li ser wijdan, serwerî, ax û serxwebûnê li hêviya tawîzan nemînin.”

Zelensky diyar kir ku ew dixwaze şerê Rûsyayê bi dadwerî û li ser bingeha Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) û hiqûqa navneteweyî bi dawî bibe û “formula aştiyê” ya ji 10 pêşniyaran pêk tê pêşkêşî lîderên G20’ê kir.

Back to top button