Rejîma Îran li Bokanê bi çifteyan êrîşî xwepêşandêran kirin

Ev zêdeyî heftiyeke li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên gel dewam dikin, her wiha rêjîma Îranê jî bi tudnî êrîşî xwepêşandêran dike.
Navenda Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand, rejîma Îranê li herêma Bokanê ya ku dikeve bakur-rojavayê welêt bi çeka nêçîrê ango çifte êrîşî xwepêşandêran kirin.

Li gorî çavkaniyên ji Bokanê hat ragihand ku xwepêşandanên welatiyan di şemiyê li kolana Muntehî ber bi qada fermandariyê ve destpê kir.

Lê xwepêşander hêzên dewletê êrîşî xwepêşandêran kir û şer derket.

Di encamê de hêjmarekî ji xwepêşandêr kor bûn, hêjmarek din jî birîndar bûn.

Li Bokan hêzên dewletê hemû kolanên bajêr girtine û rewşa awarte hatiye ragihandin.

Leave a Reply

Back to top button