Artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî bi çekan êriş gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê kirin.
Artêşa Tirk a dagirker bi çekan gule li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê yê kantona Firatê kirin.
Di encamê de welatiyê bi navê Merûf Xelîl ji lingê xwe de birîndar bû.
Beriya wê jî, balafireke bêmriov a dewleta Tirk herêma di navbera gundê Baxdik û Gultepe yê rojhilatê Kobanê de bombebaran kiribû.
Li ser rêya Qamişlo-Hesekê wesayîtek hate armanckirin
Her wiha di saetên piştî nîvro de jî li ser rêya Qamişlo-Hesekê wesayîtek hate armanckirin.
Li ser bûyerî agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.
Çav li rêye ku aliyên peywendîkar li ser mijarê daxuyaniyekê bidin.