TEV-DEM’ê banga rizgarkirina Efrînê kir

TEV-DEM’ê ji bo salvegera salvegera 5′an a dagirkirina Efrînê daxuyanî da û banga rizgarkirina wê kir. 

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 5′an a dagirkirina Efrînê daxuyanî da.

TEV-DEM’ê berxwedana şervan û gel ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir û got:

“5 sal di ser dagirkirina Efrînê re ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve derbas bûn.

Lê tişta ku dagirkeriyê û çeteyan kir, derbekirin û wêrankirina binesaziya çandî, nirxên mirovî û civakî bû.

Her kes dizane bê çawa hov êrişî peykara Kawa kirin, ku bi saya wî hemû dîktatorên zordar têk çûn.

Lê wan bi wê yekê xwe isbat kir ku çete û dagirker in û dijberiya pîvan û rêgezên sîstema demokratîk dikin.”

TEV-DEM’ê behsa berxwedana Serdemê kir û got: ”Di vê berxwedanê de destanên lehengiyê hatin nivîsandin.”

TEV-DEM′ê xwest ku hemû hêzên nîştimanî, siyasî û saziyên civaka sivîl ku rizgarkirina Efrînê bixin rojeva xwe da ku dagirkerî bi dawî bibe.

Back to top button