Kurdistaniyên li Swîsreyê bi meşekî tecrîd şermezar kirin

Li Cenevreyê ê Swîsreyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.
Di meşê de bang saziyên mafên mirovan hat kirin ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin.

Meş li qadekê ku Serkomîseriya Mafên Mirovan lê ye, dest pê kir.

Beriya meşê, Hevserokê Navenda (CDK) Zulfu Bînbîr axavtin kir.

Bînbîr diyar kir ku Rêbertiya me 25 meh in ku di bin tecrîdeke girankirî de ye.

Zulfu Bînbîr daxuyakirin ku wê gelê Kurd, heta hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin ewê li qadan bin.’

Piştî axaftina Bînbîr, gel dest bi meşê kir.

Li vir ber Avahiya NY mîtîng li dar xist.

Bi pişt re Hevserokê CDK’Ê Mehmet Latîf Çelebî axivî û got:

“NY, CPT, û saziyên mirovan çav, dev û guhên xwe girtine.

Sedem jî ew e ku rolê wan di komploya navneteweyî de heye.

Ev dewlet û sazî, divê li dijî vê pergala êşkenceyê bi berpirsyariya xwe rabibin.”

Şêniyên Hesekê: Dixwazin bi tecrîdê gel ji Rêber Apo qut bikin

Back to top button