Şêniyên Hesekê: Dixwazin bi tecrîdê gel ji Rêber Apo qut bikin

Şêniyên Hesekê têkîldarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo nêrînên xwe anîn ziman.

Welatiyê bi navê Selman Nûhî yê ji Til Temirê ya Hesekê da zanîn ku armanca dagirkeriya Tirk ji girankirina tecrîdê gel ji Rêber Apo qut bike, fikra wî ya azad û demokrat têk bibe.

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Sena Hemod diyar kir ku armanca dagirkeriya Tirkiyê ji tecrîdê projeya demokratîk têk bibe û gelê herêmê qir bike.

Her wiha Yasmîn Xelîl jî bang li civata navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe ya li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Apo derkevin û destwerdana lezgîn a ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bikin.

“Tevgera Erebî ya ji bo Rêber Apo zêde bûye”

Back to top button