Êrîşên domdar a dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê ji aliyê Kurdistaniyên li Ewropayê ve hat şermezarkirin.
Têkîldarî van êrîşan paytexta Almanya Berlînê çalakî hat li darxistin.
Kurdistanî û dostên wan paytexta Almanya Berlînê, li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin.
Endamên Meclîsa Jinan a DEST-DAN, Meclîsa NAV-Berlîn û ATÎK’ê tev li çalakiya bi pêşengiya PYD Berlîn bûn.
Hevserokê Meclîsa NAV-Berlînê Huseyîn Yilmaz di çalakiyê de axivî û got:
“Li dijî gelên Rojava her roj êrîş tên kirin.
Em qebûl nakin ku dewletên Ewropayê li hemberî van êrîşan bêdeng bimînin.
Em gelên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe didin, silav dikin.
Divê hemû cîhan bizane ku gelê Kurd wê bi xurtkirina xweparastinê berxwedana xwe bidomîne.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.



