Artêşa Tirk a dagirker nexweşxaneya Til Rifat topbaran kir

Dagirkeriya Tirk nexweşxaneya Til Rifatê kir armanc.
Di encama êrişê de yek jî xebatkarê nexweşxaneyê 4 welatî birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker di saetê êvarê de nexweşxaneya navçeya Til Rifetê ya Şehbayê kir armanc.

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser nexweşxaneya navçeyê daxuyaniyek da.

Desteya Tenduristiyê ya Şehbayê: 4 hemwelatî birîndar bûn

”5 sal in dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe ya li dijî herêma Şehbayê didomîne ku bi sedhezaran welaityên sivîl ên ku bi darê zorê koçber bûne, lê dimînin.

Di van demên dawiyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên bi balafirên bê mirov, tank û hawanan li ser herêmê dijwartir bûne.

dewleta Tirk a dagirker hemû zagonên navneteweyî bin pê kir û vê carê nexweşxaneya Til Rifatê kir armanc.

Ev nexwaşxane tevî dorpêça giran a li ser herêmê rojane bi dehan nexweşan, pêşwazî dike, dagirkeriya tirkî vê nexweşxaneyê jî topbaran kir.

Desteya Tenduristiyê: Rewşa 2 birîndaran ku yek ji wan xebatkarê nexweşxane ye giran e

Di encamê de yek ji wan xebatkarê nexweşxaneyê ye, bi giştî 4 sivîl birîndar bûn.”

Li gor destêyê navê welatiyên ku birîndar bûne wihane:

“Mulis Ehmed Nasan (25), Ebdullah Ebdurehman Murad (40), Mihemed Hemîd (45), Mistefa Hesen (27)”

Desteyê dazanîn ku ji 4 birîndaran rewşa du ji wan giran e.

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê di dawî de êrişê şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku li dijî dagirkeriya tirkiyê xwedî helwestbin.

Artêşa dagirker ji 10’ê hezîranê ve heremên navborî topbaran û bombebaran dike

Di êrişan de, zarok jî di nava de welatiyên sivîl û şervan şehîd û birîndar bûn e.

Her weha ziyanên madî gihiştin mal û milkên welatiyan.

Back to top button