Artêşa Tirk a dagirker seatên piştî nîvor, nexweşxaniya navçeya Til Rifetê topbaran kir.
Li gorî agahiyên nûçegihanên me birîndar hene.
Îro jî herêmê ji topbarana dagirkeriya Tirk nefilitî.
Artêşa Tirk a dagirker navçeya Til Rifatê a herêma Şehbayê Topbaran kir.
Dagirkeran, Nexweşxaneya Navenda navçeya Til Rifatê kir hedefa êrişa xwe.
Gor agahiyan birîndar hene.
Rojên derbasbûyî jî seranserî herêmên bakur û rojhlatê Sûriyê bû armanca balafir, topbaran û bombebarana dagirkeriya tirk.
Di êrişan de, zarok jî di nava de welatiyên sivîl û şervan şehîd û birîndar bûn.
Her weha ziyanên madî gihiştin mal û milkên welatiyan.