Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbatên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Nîhad Hiso û Ebdullah Îbrahîm re xwestin.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Nîhad Hiso (Ebû Satûr) û Ebdullah Îbrahîm (Ebdulla) di êrişên hewayî yên dewleta Tirk de şehîd bûbûn.
Îro şêniyên Kobanê berê xwe dan bin konê sersaxiyê yê her du şehîdan û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.
Konê sersaxiyê yê şehîd Nîhad Hiso li gundê Qelîçwêran ê Kobanê hatiye vedan.
Li bin konê sersaxiyê yê şehîd Nîhad endamê Komîteya Navendî ya PYD’ê Salih Nûh axivî û bal kişand ser rola mezin a şehîdan di parastina gel û xaka welatê xwe de û got:
“Şehîdn pêşengên me ne, bi saya wan em bi armanî dijîn.
Salih Nûh di dawiyê de banga xurtkirina têkoşînê û parastina destkeftiyên şehîdan kir.
Piştre şêniyan berî dan gundê Qubê yê rojavayê Kobanê û sersaxî dan malbata şehîd Ebdullah Îbrahîm.
2 Şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li Kobanê hatin oxirkirin