Mamosteyên zanîngehê derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de axivîn

Divê hêzên Kurdî û aliyên sîyasî nakokîyên xwe bidin aliyekî û destkeftiyên xwe yên sedî salan biparêzin.
Her wiha divê Kurd dagirkeriya Tirk rewa nekin û xwedî helwest bin.
Beşek ji mamostayên zanîngehê ji nebûna yekîtî û yekrêziya di navbera partiyên siyasî bifikarin û ev dibe sedema dewamiya dagirkeriyê li ser xaka Başurê Kurdistanê.

Di Peyamana Lozanê de Kurdistan bi ser çar welatên dagirker, Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê belav kirin.

Bi vî awayî gelê Kurd û welatê wê Kurdistan ji hemû mafên xwe yên netewî û welatbûnê hat bêparkirin.

Îsal di meha Tîrmehê de 100 saliya Peymana Lozanî ku di navbera dewleta Tirk ya dagirker û welatên hevpeyman de li bajarê Lozanê yê Siwîsreyê bidawî dibe.

Kameran Ezîz: Peymana Lozanê ji bo tunekirina destkeftiyên Kurdan bû

Têkildarî mijarê Mamostayêm Zanîngeha Selahedînê axivîn.

Yek ji mamosteyan Kameran Ezîz diyar kir peymana Lozanê ji bo tunekirina deskeftiyên netewî yên gelê Kurd bû û got:

Ji ber vê yekê sedema Peymana Lozanê nebûna yekitiyê ya di nava gelê Kurd de bû ku nekarîn di mijarên netewî de bibin yek.”

Ezîz dibêje tu qîmet û girîngiya Peymana Lozanê nemaye lê dijmin û dagirkerên Kurdistanê peymanê li dijî gelê Kurd bikar tînin û wiha pêde çû;

“Aliyên siyasî yên Kurd ji vê rewşê bê agahî ne.

Pêwîste hemû aliyên siyasî yên Kurd ji bo parastina destkeftiyên netewî yên gelê Kurd yek deng û xwedî yekîtiyek xurt bin.

Divê ji bo berjewendiyên gelê Kurd û Kurdistanê, nakokiyên xwe yên siyasî daynin aliyekê.”

Serbest Nebî: Dewleta Tirk peymana Lozanê dijî Kurdan bikartîne

Mamostayek din yê zanîngehê Serbest Nebî jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman:

“Tevî ku tu qîmet û girîngiya Peymana Lozanê nemaye jî, dewleta Tirk xewnên ji nû ve rabûna Împaratoriya Osmanî dibine.

Lê desthilatdarên dewleta Tirk ji bo berjwendiyên xwe, Peymana Lozanê li dijî gelê Kurd bikar tîne.”

Mamostayên zanîngeha Selahedînê di dawiyêde destnîşan kirin ji nebûna yekîtî û yekrêziya di navbera partiyên siyasî bifikarin û ev dibe sedema dewamiya dagirkeriyê li ser xaka Başurê Kurdistanê.

Back to top button