2 Şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li Kobanê hatin oxirkirin

Şervanên ku muhra xwe ya lehngane li vê şoreşê xistin îro bi dilekî gerim û hêrsa hilanîna tola wan hatin oxirkirin.
Xelkê bajarê Kobanê 2 şervanên xwe ku di encama êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê de şehîd bûne oxir kir.
Gelê ku bi girseyî pêşwaziya kerwanê şehîdên xwe kirin, careke din soza dewamkirin rêça şehîdan da.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Nîhad Hiso û Ebdullah Îbrahîm 13 û 14 Hezîranê di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûn.

Ji bo oxirkirina her du şehîdan ,gelê herêma Firatê îro bi girseyî beşdarî merasîmê bû.

Her wiha merasîma xiyabî ji bo şehîd Basil Ehmed ku li herêma Avaşîn şehîd bûbû û şehîd Îbrahîm Şêx Hindî ku 2017’an li Girê Spî şehîd bûbûn, hat li dar xist.

Di merasîmê de endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Firatê Macîde Hesûn axivî û got:

“Tiştê îro rû dide plankirî ne, ji aliyekî ve tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan giran dikin û ji aliyekî din ve herêmên me dorpêç dikin û êrişên xwe dijwar dikin.

Dawiya merasîmê, wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û cenazeyên şehîdan di nava dirûşmeyan de hatin oxirkirin.

Back to top button