Partiya Muhafazekaran bang li hikumeta Şamê kir dorpêçê bi dawî bike

Cîgirê sekreterê giştî yê Partiya Muhafazekaran Ekrem Mehşûş got: “Dorpêçkirina gel sûcekî li dijî mirovahiyê ye.
Mehşûş bang li hikumeta Şamê kir ku dorpêçê bi dawî bike.

Ekrem Mehşûş dazanîn ku hikumeta Şamê planên dagirkeriyê yên dewletên dijberî gelê Sûriyeyê, bi taybet dewleta Tirk, pêk tîne.

Her wiha Mehşûş behsa armanca hikumeta Şamê ji dorpêçkirina Şehbayê kir û got:

“Hikumeta Şamê dixwaze fişarê li pêkhateyên herêmên Rêveberiya Xweser bike, ji ber ku li wan herêman demokrasî heye.

Dorpêçkirina kantona Şehbayê û taxên Helebê, bi taybet di zivistanê de, sûcekî li dijî mirovahiyê ye.”

Mehşûş dorpêça li hember xelkên şehba û helebê weke neheqî pênasekir û bang li hikumeta Şamê kir ku dorpêçê bi dawî bike.

Sîham Dawûd: Hikumeta Şamê dixwaze herêmên dorpêçkirî dîsa kontrol bike

Back to top button