Meclisa Rêveber a Rêvebriya Xweser a Herêma Firatê derbarê êrişa li ser Kobanê de daxuyaniyek da. Rêveberiyê got: Rûsiya federal û Koalisyona navnetewî berpirsên êrişê ne.
Meclisa Rêveber a Herêma Firatê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser bêdengiya dewletên garantor Rûsiya û Amerîka û got:
“Ev êriş di çarçoveya rêze-êrişên terorî yên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Herêmê ne”
Meclisa Rêveber a Herêma Firatê, koalîsyona navneteweyî û Rûsyaya Federal berpirsên êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kir..
Hêjaye bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker 20 û 23’ê Cotmehê de jî bi balafiran Kobanê bombebaran kir û di encamê de şehîd û birîndar hebûn..



