Çalakiya greva birçîbûnê di roja 20’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya sîyasî ” dane destpêkirin di roja 20’an de didome.
Girtiyên ku di gerva birçîbûnê de ne dibêjin, heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan pêk neyê ewê dest ji têkoşîna xwe bernedin.

Gireva birçîbûnê ya dîlgirtiyên azadiyê di 106 girtîgehên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dest pêkiriye bi awayekî dorveger didome.

Çalakî, di roja 20’an de ye.

Yek ji dîlgirtiyên nexweş yê di girtîgeha Tîpa T ya navçeya Beşîkduzu ya Trabzon de Reşît Ûyar, ev 4 sal in di girtîgehê de ji nexweşiya penceşêrê derman dibe.

Reşît Ûyar, telefonê malbata xwe kir û ragihand ku ew di greva birçîbûnê de ye.

Hevjîna wî Hatîce Ûyarê jî derbarê rewşa wî de axivî.

Hatîce Ûyar diyar kir ku hevjînê wê anî ziman ku tevî nexweşiya xwe jî ketiye greva birçîbûnê û wiha axivî:

“Reşît Ûyar, tevî nexweşiya xwe ya giran ji mi re wisa got:

‘Ez di vir de bimrim jî, cenazeyê min ji vê girtîgehê dernexin.

Heta ku ev pirsgirêk çareser nebe û ev tecrîda li ser Rêbertî bi dawî nebe ez ê greva xwe ya birçîbûnê berdewam bikim û dermanan jî nexwim.’

Reşît Ûyar: Heta Ocalan azad nebe em jî azad nabin

Hatîce anî ziman ku azadiya Ocalan azadiya gelê kurd e û wiha got:

“Îro ev tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo û girtîgehan heye, li ser hemû dinyayê ev tecrîd heye.

Heta Rêbertî azad nebe em jî tu caran azad nabin.”

Hatice Ûyarê bêdengiya li dijî tecrîda girankirî rexne kir û ev bang kir:

“Banga min ji gelê kurd re ew e ku li dijî tecrîdê bi berpirsyarî tevbigerin û her dem di nava çalakiyan de bin.

Ji ber bi têkoşînê re, dê ev çalakî bi encam bi ser bikeve.”

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 19’an de didome

Back to top button