TEV-DEM: Beşdarî çalakiyên ji bo Rêbertî bibin û dakevin qadan

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê bang li tevahî gelên herêmê û hêzên siyasî û civakî kir ku ‘Ji bo piştgiriya berxwedana hemdemî û şaristanî ya Rêbertî’ dakevin qadan.

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku rewşa Rêber APO zelal bikin.

Têkildarê mijarê TEV-DEM’ê ev daxuyanî da:

“Siyaseta ku dewleta Tirk a faşîst dimeşîne, siyaseteke sûcdar û dîrokî ye ku ji pêşiyên xwe yên Osmanî wergirtiye.

Hikumeta faşîst ji pêşketina civakê an jî avakirina pîvanên demokratîk ên rasteqîn çi li Tirkiyê bi xwe be yan jî li dewletên derdora wê be ditirse, lewra her timî hewl dide bi hemû rêbazan tolê ji îradeya van gelan hilîne.

Em bang li gelê xwe dikin ku beşdarî çalakiyên konvendanê bibin ku ji bo piştgiriya bi gelê Bakurê Kurdistanê û hevalên di girtîgehan de li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Em têkoşîn û berxwedanê geş bikin heta tecrîda li ser Rêber APO were şikandin.”

Hiquqnasên herêmê: Bi rêbazên qanûnî em dixwazin zilma li ser Rêber Apo rakin

Back to top button