Eşîrên Reqayê: Em ê li dijî êrişên dewleta Tirk bisekinin

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin û gefên wê yên dawîn îtîrafeke nû ya dewama hewldanên wê yên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û got gelê herêmê bi hevgirtina xwe li hember van êrişan disekine.

Der barê mijarê de rûspiyê eşîra El Welde Yûsif El Esed axivî û got:

“Hîna em êşên êrişên dewleta Tirk ên li dijî xak, gel û bajarên xwe dikişînin.

El Esed anî ziman ku hevgirtina xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew helwdan têk birin.

El Esed bang li hêzên navneteweyî kir ku li kêleka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin.”

Li aliyekî din rûspiyê eşîra El Efadîle, Îbrahîm El Hadî got em ê bi QSD’ê bi ser bikevin û domand:

“Helwesteke me heye, xak û gelekî me heye. Em nahêlin ne dewleta Tirk ne jî rejîm me ji hev qut bike.

Em pişta xwe nadin hêzên navneteweyî, lê belê pişta xwe didin hêzên civakî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Em ê bi vîn û hêza xwe û QSD′ê bi ser bikevin.”

Back to top button