Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê li nexweşxaneya bajêr banka xwînê vekir.
Derbarê vê yekê de Hevserokê Nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê Elaa Osman axivî .
Elaa Osman diyar kir ku vekirina beşê banka xwînê ji bo dabînkirina xwînê ji nexweşan û xelkê Tebqayê re ye û got:
“Banka xwînê dê barê şêniyên sivik bike û xwînê ji tevahî nexweşxan re peyda bike .
Ev beş dê gelek xizmetan pêşkêş bike.
Nemaze ku pêwîstiyên nexweşên hemofîlî û talasemiyê û rewşên lezgîn her tim bi xwînê heye.”
Bi gotina wê banka xwînê dê bê pere xizmetan pêşkêş bike.
Elaa Osman herî dawî bang li şêniyan bajêr kir ku xwînê bidin.