Li Şedadê QSD’ê di operasyonekê de hejmarek topavêjên hawanê dîtin

Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan operasyoneke li li devera Şedadê pêk anîn û di encama operasyonê de hejmarek topavêjên hawanê dîtin.

QSD’ê di daxuyaniye xwe de eşkere kir ku hêzên wan operasyoneke li derdora baregeha hevbeş a hêzên wan û hêzên hevpeymaniya navdewletî li devera Şedadê pêk anîn û wiha got:

“Di operasyonê de hêzên me li nêzî gundê Adla yê dikeve başûrê Şedadê, hejmarek topavêjên hawanê dîtin.

Terorîst ne tenê hêzên leşkerî dikin armanc, her wiha sivîlan jî dike armanc.

Duh gundên El-herîrî û El-Hemmad” li gundewarê Şedadê hatin armanckirin û ev her du gund tijî sivîl in.

Armanc wan ji van êrîşan ku tirsê di nav xelkê de belav bikin.

Hêzên me tekez dikin ku ew ê ji bo girtina van terorîstan û her wiha ji bo parastina şêneyan xebata xwe berdewam bikin.”

Back to top button