Kevana Zêrîn şehîd Hozan Mizgîn bi bîr anî

Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn bi boneya salvegera 31’emîn şehadeta Hozan Mizgîn (Gurbet Aydîn) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:” Em soza mezinkirina mîrateya Hozan Mîzgîn didin, em ê mîrateya hunera wê bişopînin û mezintir bikin.”

Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn bi boneya salvegera 31’emîn şehadeta Hozan Mizgîn (Gurbet Aydîn) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Fermandara mezin Şehîd Mîzgîn bi kesayeta xwe ya dilnizm, fedekar, têkoşer û kedkar hemû zarok, ciwan û gel re bû mînak.

Kevana Zêrîn da zanîn ku Şehîd Mizgîn bi cewhera xwe ya şoreşgerî re, stranên rastiya Rêbertî û gerîla dinîvisand û di dilê hemû kurdan de bi dengê xwe ev rastî neqişand.

Şehîd Mizgîn di dîrok û mêjiya gel de wekî dagistanekî cihê xwe girt.

Hunera xwe bi gerîlatiya xwe hunand û di nav Tevgera Azadî de wekî jineke ji xwe bawer û xwedî vîna azad, yekem car berpirsiyartiya fermandariya eyalete girt li ser mile xwe.

Di dilê gel de bi sekna xweya mîlîtanî, bi stranên xwe ya Gundîno Hawar û çemê Hezîlê bizavê Kurdistanê Azad çêkir.

Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn soza mezin kirina mîrateya Hozan Mîzgîn da û wiha bi lêv kir:

Di avakirina Tevgera Jinan de jî rolêkî giring û aktîf pêktîne.

Di dengê Hozan Mîzgîn de qêrîna jinên bindest, welatê wendabûyî, di mirinê de ji nû ve zindî kirina kesayeta kurd veşartî ye.

Di dawiya daxuyaniyê de Kevana Zêrîn got:

Hozan Mîzgîn di aliye îdeolojîk, rêxistinî, felsefîk û cîvakî de kûrbûn û ji lutkeya heqîqeta huner de jiyan kir.

Bi pêşengtîya xwe berxwedaniya çanda kurdewarî kir. Em ê mîrateya hunera wê bişopînin û mezintir bikin.

Salvegera 31’emîn a şehadeta hûnermend şehîd Hozan Mizgîn

Back to top button