Yek ji gumanbarên êrişa li Kanada mirî hate dîtin

Li Kanada êrişa bi kêran di rojeva sereke ya welat de ye.
Polîsê Kanada ragihand ku yek ji du birayên gumanbar ên ku herî kêm 10 kes di êrîşa bi kêrê de kuştin, mirî hate dîtin.
Tê texmînkirin ku birayê wî yê ku direviya, gumanbar kuştiye.

Kanadî ji ber 2 birayan bitirsin.

Hat ragihandin ku yek ji 2 gumanbarên ku li Kanadayê herî kêm 10 kes bi kêrê kuşti, mirî hat dîtin.

Rêvebira Midûriyeta Polîsan a Eyaleta Saskatchewan a ku êrîş lê hatin kirin Rhonda Blackmore li ser mijarê daxuyaniyek da.

Blackmore diyar kir ku cesedê gumanbarê 31 salî Damien Sanderson li qadeke vekirî ya li nêzî xaniyekî hatiye dîtin.

Blackmore destnîşan kir ku gumanbarê din, Myles Sanderson, dibe ku mîna birayê xwe Damien birîndar bûbe û ev tişt anî ziman:

“Damian bi îhtîmaleke mezin ji hêla birayê xwe (Myles) ve hat kuştin.”

Alîkarê komîser Blackmore got,

Gumanbarê revî Myles Sanderson ji hêla polîsan ve wekî “xetere” hate nirxandin, “Rewşa wî nîşan dide ku ew çiqasî meyla şîdetê ye.”

Li gorî polîsan gumanbar Myles Sanderson, ji meha Gulanê ve ji ber binpêkirina qaîdeyên serbestberdanê tê lêgerîn.

Sanderson ji ber diziyê 5 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Duh li Kanadayê, di êrîşên bi kêran ên ku birayên Sanderson li 13 cihên cuda yên li civaka xwecihî ya James Smith Cree Nation û cîrana Weldonê pêk anîn, 10 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn.

Polîs got; piraniya qurbaniyan xelkê deverê bûn.

Civakên xwecihî ji sedî 5’ê jimara Kanada ya 38 mîlyone pêk tîne.

Kanada..Di encama êrişê de 10 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn

Back to top button