3 Filistînî ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê îdîa kir ku 3’ê Filistînî dema ji Xezzeyê, êriş bir ser leşkerên Îsraîlê, hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 3’ê Filistiyên ji Şerîda Xezzeyê xwe berdan qadên di bin kontrola Îsraîlê de, hatin kuştin.

Di daxuyaniya beriya niha ya artêşa Îsraîlê de hatibû ragihandin ku sê kesên ji bendên ewlekariyê yên navbera Xezze û Îsraîlê derbas bûn hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de ji bo kesên hatin kuştin gotina ‘terorîst’ hatibû bikaranîn.

Leave a Reply

Back to top button