Dayika Şehîd Ferhad Şiblî: Divê hemû Kurd li dijî xiyaneta PDK’ê rabin ser piyan

Hevkariya PDK’ê li gel dewleta Tirk ji aliyê gel ve bi awayekî tund tê şermezarkirin.
Dayika her du şehîdan Ferhad Şiblî û Îsam Dêrik Şêrîn Omer li dijî vê xiyanetê bertek nîşan da û got:
“Her dema ku artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayan têk diçe, PDK bi hewara wî de diçe û beşdarî êrişên li dijî gerîla dibe.
Zarokên min bi destê xayinan şehîd bûn, em nema xiyanetê qebûl dikin.
Divê PDK ji vê xiyaneta xwe paşve vegere.”

Back to top button