Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro, êrîş gundên rojhilatê Kobanê kir.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatin girin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Qeremox ê dikeve rojhilata Kobanê topbaran dikin. Lê derbarê encaman de, ti agahî nehatin bidestxisitin.
Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên dem bi dem, êrîşî Kobanê û derdora wê dikin.
Di van êrîşan de jî sivîl dibin qurbanî û ziyan dighêje mal û milkên wan.