Cenazeyê şêx Himêdî Deham El-Hadî li gundê Til Elo hat veşartin

Cenazeyê Şêx Himêdî îro derbasî Rojavayê Kurdistanê hatin kirin û li gundê Til Elo ku lê ji dayik bûye, hat veşartin.

Şêxê Eşîra Şemer li Sûriyê, Himêdî Deham El Hadî, sala 1936ʹan li gundê Til Elo yê girêdayî katona Qamişlo ya herêma Cizîrê ji dayik bûye ye.

Bi damezirandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê re di sala 2014ʹan de, Şêx Himêdî Deham El Hadî erka hevserokatiya herêmê girt û hêza bi navê Senadîd ava kir.

Ev hêz di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ye û sala 2015ʹan hatiye avakirin.

Şêx Himêdî Deham El Hadî yek ji kesayetên civakî yên navdar li herêma Cizîrê, Sûriyê bi giştî û Iraqê ye.

Bi destpêka aloziya Sûriyê re, şêx Himêdî Deham El Hadîn roleke xurt di xurtkirina têkiliyên civakî di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anî û têkiliyeke xurt di nava pêkhatêyan de de ava kir bi taybet kurd û Ereban.

Şêx Himêdî Deham El Hadîn duh di temenê xwe yê 86 salî de li Başûrê Kurdistanê wefat kir.

Cenazeyê hevserokê herêma Cizîrê şêx Himêdî El Deham El- Hadî îro di saetên sibehê de, ji başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê hat kirin û ber bi gundê wî Til Elo ve birin.

Di pêşwazîkirina cenaze de li deriyê Sêmalka, şêxeşîr û rûspiyên eşîrên herêmê, nûnerên Rêveberiya Xweser, QSD′ê û hêzên ewlekariya hindirîn, hebûn.

Piştî ku cenaze gihaşt Qesra Şêx Himêdî, kar û barên olî hatin kirin û paşê jî hat veşartin.

Back to top button