Li dijî van êrîşan gel rojane li qadan helwestê nîşan dide û peyama berxwedanê dide. Îro şêniyên navçeya Şedadê çalakiyek li dijî êrîşan li dar xist.
Di çalakiyê de li ser navê Kongra Star a navçeyê daxuyaniyek hat dayîn û tê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê hat şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku li hember van êrişan bêdeng nemînin û helwestekê nîşan bidin.
Di dawiya daxuyaniyê de Kongra Star piştrast kir wê li hember êrişan li ber xwe bidin û dev ji axa xwe bernedin.