Piştî dagirkirina Serê Kaniyê, ji bo koçberên wê, Rêveberiya Xweser Kampa Waşûkanî li Hesekê ava kir û li wir koçber bi cih kirin. Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe alîkariyê dide van koçberan, lê belê ji ber jimara zêde, ew jî têrê nake.
Li vir erk û berpirsiyarî dikeve ser milê Rêxistinên Navneteweyî yên girêdayî koçberan. Lê belê heta niha van rêxistinan ti alîkariyeke berbiçav ji van koçberan re nekiriye.
Zivistan tê û koçber jî dibêjin rewşa wan zehmet e û mayîn û berxwedana wan a li kampê tenê ji bo vegera li bajarê wan e.
Back to top button