Di 26’ê mehê de dê xwendekarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe bidin zanîngehan û dê beşa ku ew dixwazin û li gorî pleyên xwe, qeyd bikin.
Ji bo xwendekarên amadehiya zanistî yên ku îsal bi serketin jî ezmûnek qebûlkirin hate çêkirin.
Ezmûna qebûlkirinê ya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo xwendekarên ku dixwazin xwe di beşên zanistî de tomar bikin, îro pêk hat.
Li gorî daneyên ku Navendên Tomarkirina Mufadeleya 2023-2024’an dane, 650 xwendekarên ku pileya wan li jorî 80’yî bû beşdarî vê ezmûnê bûn.
Ezmûn tenê di warên bîrkarî, fîzîk, kîmya û zaniyarî de ye.
Hêjayî gotinê ye ku ezmûn li Hesekê, Kobanê, Qamişlo, Reqa û Şehbayê pêk hat.
Piştî ragihandina encamên vê ezmûnê dê xwendekar di 26 mehê de berê xwe bidin navendên tomarkirina mufadeleyê û li gorî encamên xwe beşên dixwazin qeyd bikin.