Li herêma Qerebaxa Çiyayî agirbest pêk hat

Azerbeycanê careke din xwe li herêma Qerebaxa Çiyayî xweş kiriye.
Di êrişa artêşa Azerî ya li ser herêmê de, herî kêm 32 kes mirin û bêtirî 200 jî birîndar bûn.
Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê ragihand ku piştî daxwazên wan pêk hatîn, agirbest hatiye ragihandin.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku li ser agirbestê bi hêzên Ermenîstanê yên li Qerebaxê re lihevkirinek pêk hatiye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, hêzên li Qerebaxa Çiya çekên xwe danîne, çeperên xwe terikandine û bi temamî hatine bêçekkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemû çek û wesayîtên giran radestî artêşa Azerbaycanê hatine kirin.

Di êrişa Azerbeycanê de herî kêm 32 kes mirin

Azerbaycanê piştî çend mehan alozî doh ragihand ku li herêmê dest bi oparasyonê kiriye.

Li gorî agahiyên ji aliyê rêveberiya Ermenîstanê ya li Qerebaxê ve hatin dayîn, Xankendî û derdora wê di bin “bomberdûmana dijwar” a artêşa Azerbeycanê de ne.

Ermenîstanê diyar kir ku ji destpêka operasyonê heta niha li Qerebaxê 32 kes mirine û bêtirî 200 kes jî birîndar bûne.

Azerbaycanê tevî bangên welatên wekî Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) û Fransa û Almanyayê heta îro saetên siharê êrişên xwe domand.

Di dema şer de bêtirî 7 hezar kes bû cihên ewle hatin veguhestin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî diyar kir ku agirbesta li Qerebaxê wê bi hemahengiya hêzên aştiyê yên Rûsyayê yên li herêmê erkdarin, were cîbicîkirin.

Şert û mercên Azerbaycanê

Azerbeycan ji bo dawî anîna şer, şertê ku cudaxwazên Ermenî yên li herêmê hemû çekên xwe dînin, deshilata nerawa bidawî û ala spî rakin dike.

Xwepêşandêran daxwaza îstifakirina paşînyan kirin

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dibêje “operasyona hêzên bejayî” yên Azerbaycanê bi armanca “paqijkirina etnîkî” ya li dijî ermeniyên li herêmê ye.

Wezareta Karê Derve ya Ermenîstanê jî bang li leşkerên Rûsyayê yên li Qerebaxa Çiyayî kir ku “êrîşa Azerî” rawestînin.

Şevê din li paytexta Ermenîstan Êrîvanê li dijî Paşîniyan xwepêşandan hatin lidarxistin.

Xwepêşanderan bi îdiaya ku wî nekariye Qerebaxê biparêze, îstifa Paşînyan xwestin.

Ji 1990’î ve li herêma qala mijarê, di navbera herdû welatan de alozî heye.

Herî dawî di Îlona 2020’an de ji ber şerê pêk hatî, Êrîvanê ji sedî 70 xaka li herêmê ji dest da.

Di encama peymana agirbestê ya hat îmzekirin de hêzên aştiyê yên Rûsyayê li herêmê hatin bicihkirin.

Azerbeycan li herêma Qerebaxa Çiyayî oparasyon pêk tîne: Bi dehan kes mirin

Back to top button