Ji ber qirêjiya hewa li Delhiya Nû dibistan û zanîngeh hatin girtin

Li Hindistanê çav çava nabîne.
Ji qirêjiya hewayê li paytext Deliya Nû gelek zehmetî derketine holê.
Ji ber vêyekê jî dibistan û zanîngeh hatin girtin.

Li paytexta Hindistanê Delhiya Nû ji ber qirêjiya zêde dibistan û zanîngeh ji bo demeke nediyar hatin girtin.

Li gorî nûçeya BBC, di rojên piştî festîvala Dîwalî ya li Delhiya Nû de ewreke gaza jehrî bajar girtiye.

Tê gotin qirêjiya hewayê sînorê xetereyê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê derbas kiriye.

Li hinek taxên bajêr rewş bi pileya 400’î derbasî kategoriya “giran” bûye.

Delhîya Nû weke bajarê herî zêde hewaya wê qirêj tê naskirin.

https://www.youtube.com/watch?v=rBT8jayK4Qs piştî 00:05

Sedemê vê yekê jî dumana, erebe, kargeh, toz û bûyerên hewayê ne.

Hat dîtin ku agirê ku îsal di festîvala Dîwalî de hat pêxistin jî rewş xerabtir kir.

Back to top button