Li Nînewayê 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Li Iraqa têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê didome. Hêzên Iraqê li Nînovayê 5 çeteyên DAIŞ’ê kuştin.

Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku, hêzê wan li ser wergirtina zanyariyên îstîxbaratî li gundê Xerbelteyr a Nînowawayê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyonek pêk anîn.

Wezaretê diyar kir ku,di encama operasyonê de li gundê navborî tûnelek çeteyan hat teqandin.

Di enacama operasyonê de pênc çeteyên ku dixwastin xwe di nav hêzên wan de biteqînin hatin kuştin.

Di êrîşa DAIŞ’ê de pêşmergeyek şehîd bû

Her wiha Çeteyên DAIŞ’ê êrîşê nûqteyek hêzênpeşmerge ya li herêma Sergelê ya ser bi navçeya Kifrî ya Germiayanê kirin.

Li gorî agahiyan detpêkê 6 çeteyên DAIŞ’ê li ser 3 matorbisîkiletan êrîş kirin.

Di encama êrişê de pêşmergeyek 45 salî yê fermandarê nuqteyê giranî birîndar bû.

Derbarê rewşa fermandarê nuqteyê Cîgirê Nexweşxaneya Şehîd Hejar a Kelarê Rizgar Letîf ji ajansa Rojnews’ê anî ziman û got:

“Ji ber birîna pêşmergeyê birîndarbûyî giran bû,ew şehîd ket.”

Back to top button