Tûnis…Koma ji 14 kesan ku hewil didan di cejnê de êrîşan pêk bînin, hate girtin

Li parêzgeha El-Kaf a bakur rojavayê Tunisê hêzên Tûnisî 14 kesên ku amadekariya êrîşan di cejna Remezanê de dikirin, girtin.

Saziyên ragîhandinê yên Tûnisê derbarê mijarê de ragîhandin ku hêzên ewlehiyê piştî wergirtina agahiyan girtin ser malekê de û 14 kesên amadekariya êrîşan di rojên cejnê de dikirin girtin.

Di sala 2014`an de li Çiyayê El-Şeanbî ya parêzgeha El-Qisêr a Tunisê yek ji êrîşên herî bi bandor ku di meha Remezanê de pêk hatibû.

Di wê rojê de komeke çekdar êrîşî hêzên Ewlekariyê kirin. 15 leşkerên Tunisî kuştin û 20 birîndar kiribûn.

Back to top button