
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdên Hêzên Dij Terorê a başûrê Kurdistanê re xwest.
Di encama êrişê de 3 şervanên hêzên Dijî Terorê a başûrê Kurdistanê şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê lli ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek sersaxiyê da.
Di daxyaniyê de wiha hate gotin:
“Bi xemgîniyeke mezin me agahiya şehîdbûna komek ji lehengên Hêzên Dijî Terorê wergirt.
Van lehengan bi xwîna xwe ya pak rêyeke bi nirx a têkoşîn û fedakariyê ava kirin û gel û neteweya xwe pê parastin.”
Fermandariya QSD’ê sersaxî ji fermandar û şervanên Hêzên Dijî Terorê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê û malbatên şehîdan re xwest û wiha got:
“Em di vê bûyera xemgîn de hevgirtina xwe ya tam bi wan re tekez dikin.
Gelê me wê her tim bi lehengên xwe yên qehreman û saziyên xwe yên leşkerî û ewlekarî yên bihêz ên ku bikarin wan biparêzin serbilind be û çarenûsa dijminan ji bilî têkçûnê wê tiştek din nebe.”