Cenazeyê Hîwa Qadir li Kerekûkê hate oxirkirin

îro li Kerkûkê û Silamaniyê merasimên oxirkirina şehîdan û sersaxiyê hebûn.

Îro danê nîvro cenazeyê Hîwa Qadir Hesen ji Silêmaniyê şandin Kerkûkê .

Bi tevlîbûna dehan kesî û xizmên şehîd, bepirsên saziyan li taxa Azadî ya Kerkûkê cenazeyê şehîd Hîwa spartin axê.

Berî wê danê sibê jî cenazeyê Êvan Ednan, li goristana Ewal ya Silêmaniyê spartibûn axê.

Li Silêmaniyê konê sersaxî ji bo şehîdan hat vedan

Her wiha li mizgefa Ehmedî Hacî Elî ya li Silêmaniyê Ji bo 3 endamên Dije Terorê şehîd bûn şîn hat danîn.

Gelek welatî , partiyên siyasî û nûnerên saziyên silêmaniyê serdana şînê kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Back to top button