​​​​​​​Li Silêmaniyê teqîn, kesek mir û 4 birîndar bûn

​​​​​​​Li kargeheke helandina hesin a li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, teqînek pêk hat. Di teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.MIX

Hate gotin ku di nava birîndaran de yekî her du çavên xwe ji dest daye, yên din jî her yek endamek laşê xwe ji dest dane. Teqîn di saetên sibehê de li devera pîşesazî ya Tancero ya Silêmaniyê, di kargehek de guleyek 82 milîm a topê teqiya.

Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.

Sendîkaya Karkeran: Teqîn ji ber pêkneanîna rênmayan pêk hat

Di derbarê teqînê de Serokê Sendîkaya Pîşesaziya Silêmaniyê Bekir Hisên li cihê bûyerê ji çapemeniyê re axivî û diyar kir ku ji ber kargeh rênma û mercên selametiyê bicih neaniye teqîn pêkhatiye, her wiha karkerên di kargehê de dixebitin, cilên taybet ên karkirinê li xwe nekirine.

Bekir ji hikûmet û aliyên peywendîdar xwest ku çavdêriya kargehan bikin û amêrên kontrolkirinê ji bo parastina karkeran li kargehan daynin.

Back to top button