Berxwedana li zindanan 140 roj li pey xwe hişt

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Apo bi biryardariyeke xurt li girtîgehên Tirkiyê, kampa Mexmûr û Yewnanistanê didome..
Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.Lê heta niha bersiv ji nehatiye dayin. 

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin didome.

Çalakş bi koma 28’emîn kete roja 140’î de..

Çalakiya grevê ya li Kampa Penaberan a Mexmûrê bi koma 60 di roja 119’an de ye..

Li ser navê koma 59’an Jiyan Piranî axivî û diyar kir ku ger em deng dernexin, berxwedana xwe bilind nekin, emê bi qirkirin û tunekirine re rûbirû bimînin.

Çalakiya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 102’an roj in didome.

Serlêdana parêzerên Rêber Apo bê bersiv ma

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Lê heta niha bersiv ji serlêdana parêzeran re nehatiye dayin.

Melahat Fîdan: Hem lêgerîna tazî li me kirin û hem jî hevdîtin qedexe kirin

Melahat Fîdan a ku di 22’ê Adarê de çûbû serdana lawê xwe Osman Fîdan lêgerîna tazî lê hatibû kirin.

Melahata ku bertek nîşanî lêgerîna tazî da, bi buhaneya “pergal û ewlehiya girtîgehê xira dike” mehekê cezayê qedexeya hevdîtinê lê hatiye birîn.

Melahatê anî ziman ku hem lêgerîna tazî li min kirin û hem jî hevdîtin li min qedexe kirin. Ez vî cezayê qebûl nakim. Ev bêhiqûqî û bêedaletî ye.

Li Almaniya çalakiyek hat lidarxistin

Li paytexta Almanya Berlînê, ji bo azadiya Rêber Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin.

Back to top button