Kobanê-Sersaxî ji malbata şehîd Awaz Çiya re hat xwestin

Bi dehan Xelkê Kobanê sersaxî da malbata şervanê QSD’ê şehîd Awaz Çiya û soza şopandina riya şehîd dan.

Konê sersaxiyê li gundê Bîrê Remê yê rojavayê bajarê Kobanê hat vedan.

Di merasîmî de endamê rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk ya şaxê herêma Firatê Ehmed Xoce axivî û got:

Şehîdan bi hêzeke mezin li ber xwe da û heta dawiyê bi soza xwe re wefedar bûn.

Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin û heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.

Back to top button