Kobanê-Şervanê QSD’ê şehîd Awaz Çiya bi merasimekê hat oxirkirin

Şêniyên herêma Firatê bi merasîmeke bi heybet şervanê QSD’ê şehîd Awaz Çiya oxir kirin.

Piştî ku navenda Ragihandê ya QSD nasnameya şervanê xwe Awaz Çiya eşkere kir bi merasîmekê li bajarê Kobanê hat oxirkirin.

Di merasîma oxirkirinê de, kesên axivîn sersaxî xwestin û gotin:

“Bi saya fedakariyên şehîdan em bi ewle dijîn.

Dijmin wê tu carî nikaribe îradeya me bişikîne û emê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Di merasimê de soza pêkanîna riya şehîdan û tolhildanê hat dayîn.

Dawiyê de wesîqeya şehîd radestî malbatê hat kirin û şehîd bi dirûşmeyan hat oxirkirin.

YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir

Back to top button